1. taybetiyeka tirşikê ya teze ye. |
|
12.05.2020 07:17 |
cinorek
|
2. ji bo tirşikvanan belkî xweş be lê ji bo mehvanan bawer nakim dîmenek xweş be. dema ji kombersê dikevim ferhengê di nêva malperê de deşta tirşikê dibînim ku radigihine ka îro kê çi kirye. em li vir wek cem cemeetek biçûk hevdû nasdikin belkî bixwazin haya me ji tevgerên tirşikvana hebe lê ji bo herkesê belkî ev deşt ne cihê geştê be. wekî berê mijarên kevnî di serî de ba baştir dibû. heger rojev bala mehvanek, nivîskarek nekşîne da mijarên kevnî wê/wî di malperê de bihêle. |
|
12.05.2020 15:19 |
hespêsor
|
3. Carnan bo parvekirina vîdyo û wêneyan , dîtina fîlm û pirtûkan jî.Lê ji bo kesek nû pergal dibe tevlihev bixûyê. |
|
12.05.2020 23:38 |
brzn
|
4. Fonksîyona tirşikê ya nû ye. Li vir hemû tevger û kiryarên nivîskara û erê kirina çomezan dixuye. Lê kêfa min jê re nehat . Fermîyeta tirşikê diherime û dişibe tiwîtirê filan. Ez bawerim piştî çendakî ewê were rakirin an weha hêvî dikim. |
|
13.05.2020 00:30 |
tîrêj zana 21
|
5. Bi min jî tişteke nelazim e. Têra xwe mecrayên sosyal medyayê hene ji xwe tirşik bi vî halê xwe hem nikare hem jî hewce nake ji wan re bibe alternatîf. Wekê berê divê li beşa zindî bimîne û heçî nivîskarên li ber dora tenûra tirşikê li pey kurtepistiyan e dikarin ji wir bişopînin. |
|
13.05.2020 01:20 |
endazer
|
6. taybetiyeke bê feyde û pûç û vala ye. beriya vê dema diketim tirşikê li rastê peyamên kevn, nivîs û nivîskarên baş û nîqaşên çê dihatim. lê niha hew tiştên beredayî royê li ber mêriv dibin. |
|
13.05.2020 01:36 |
xeyda
|
7. ji bo dengdayîn û li ser tirşikê zêdekirina fîlm û pirtûkan wekî reklamek bû. Ez bawer im gelek tirşikvan nû bi van tiştan hesiyan. Jixwe yê ku têketin nekirî nikarin bibînin. Min fikrê xwe guherand * Bi ya min bila wisa bimîne. |
|
13.05.2020 03:10 ~16:07 |
kajav
|
8. di eslê xwe de ne bi wê armancê hat çêkirin ku bibe wek twitterê fîlan. tekane tişta ku ev beş dike ew e ku hemû beşên tirşikê bi hev û din girê dide û li me dide zanîn ku di beşên din de çi diqewimin. berê jî di beşa zindî de heman tişt dihatin ragihandin lê him haya gelek kesan ji wê beşê tunebû, him jî di wir de tenê digot fîlan kes vê fîlmê bar kir, lê agahîyên fîlmê nedihat nîşandan. niha agahîyên fîlmê tên nîşandan û mirov dikare dîrekt ji wir pûanê jî bidiyê. heman tişt ji bo pirtûkan jî wisa ye. mesela digot fîlankes rewşa xwe ya derûnî guherî, lê ji bo ku mirov vê guherînê bibîne, divîyabû here profîla wî nivîskarî. lê niha mirov rasterast dikare naveroka wan jî bibîne. |
|
13.05.2020 15:54 ~15:55 |
simurg56
|
9. bi min deşta nû tiştekî kêrhatî ye. çawa ku mijarên dawî/nû li hêla çepê tên ser hevûdin, pêdivî heye ku çalakiyên dawî/nû yên beşên fîlm û pirtûk û caps û rewşa derûnî hwd jî were rêzkirin. erê berê hebû lê bişkoka zindî terikandî bû. rewşa derûnî jî jê bêhtir dûrî çavan bû. lê madem hene, çima metrûk in? |
|
13.05.2020 19:15 ~19:22 |
biruya hayao miyazaki
|
10. Wan rojên dawî li vê deştê tiştên ecêb diqewimin. |
|
17.10.2020 08:10 |
cinorek
|
11. Deşta tirşikê dê bibe wek çiyayên kurdistanê stargeh bo berxwedanvanên şoreşger. Ji nêz ve tep-repa lingê wan tê û tirs û xofê dixe dilê zilmkar, faşîst û dîktatorên tirşikê. Ev bêdengî û veşartin wê bi dawî were! |
|
17.10.2020 14:45 |
tîrêj zana 21
|
12. (bnr: tiştên ku dilê mirov ji tirşikê sar dikin) |
|
17.10.2020 21:01 |
endazer
|
13. rojanekirin: êdî dema tirşikvanek stranek li radyoya tirşikê zêde bike, di vê beşê de ev yek tê ragihandin. di vê ragihandinê de mirov dikare li navê stranê bitikîne û dîrekt li stranê jî guhdar bike. |
|
11.05.2021 11:18 |
simurg56
|
14. 2 hev peyam li ev der hebû, tekiladarîya sampiyonbûna beşiktaş bû. Lê jê bûye. |
|
15.05.2021 22:54 |
heval.js
|
15. Tiştên xirab çêbûne. |
|
12.10.2023 04:31 |
cinorek
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |